TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî ji bo xelkê Seqizê peyameke sersaxiyê wesand

📅 07 berfanbar 2019 13:50

PeyamaKurd-  Serok Mesûd Barzanî debarê bûyera diltezîn ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê peyameka sersaxiyê weşand.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve şeva derbasbûyî li encama rûdanekî diltezîn ya li holekî dawet û hevjîniyê ya li bajarê Seqizê hejmarek hemwelatiyên vî bajarî canê xwe destda û hejmareke din jî birîndar bûn.

Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serexweşiya xwe pêşkêşî kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazim û xwe bi hevbeşê xema hemwelatiyên xweşdiviyê bajarê Seqizê dizanim.

Di ahengeke zewacê, li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê de teqînekê rû dabû û 12 kesan canê xwe ji dest dabûn û 40 kesên din jî birîndar bûbûn.

Parve bike: