Serok Barzanî, Konsulê Gistî yê Hollandê qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandê yê Hewlêrê Yako Berends û şanda ligel wî kir. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser siyaseta giştî û herêmî nirxandin hatine kirin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de ewlehiya xurekan û pêwîstiya piştgiriya li sektora çandiniyê hat gotûbêjkirin ku bibe çavkaniyeke girîng li kêleka samanên din ên bi xêr û bereket ên Kurdistanê.
Her wiha hat zanîn ku di civînê de qala pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandê de hat kirin, bi taybetî di warê şerê li dijî terorîstan de ku Holland beşek bû ji hewilên navdewletî yên ji bo alîkariya Pêşmerge ya ji bo şikandina IŞÎDê.