TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Kral Evdila dost û bira ye

📅 07 adar 2019 18:39

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro pêncşemê (07.03.2019) bi Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê yê Urdinê Muhammed el-Hammouri re hevdîtinek pêk anî.

Di dema hevdîtinê de Balyozê Urdinê li Bexdayê Muntesir Ukle û serkonsûlê Hewlêrê Heysem Ebuful jî amade bû.

Serok Barzanî diyar kir ku Kralê Urdinê Evdilayê Duyem dost û bira ye.

Hammourî silavên Kralê Urdinê li Barzanî kirin û bal kişande ser têkiliyên Urdin û Kurdistanê û got divê ev têkilî werin zêdetirkirin.

Serok Barzanî jî spasiyên xwe bo Kralê Urdinê pêşkêş kirin û da zanîn ku ew wî weke dost û birayekî dibîne û lê zêde kir, helwesta wî ya li hemberî xelkê Kurdistanê bi qîmet e.

Parve bike: