TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: “Kurdistan di ser hemû berjewendiyan de ye”

Admin M
Nivîskar
📅 29 nîsan 2023 20:36

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li payîtexta herêma Kurdistanê li Hewlêrê hinek nûnerên welatên biyanî qebûl kir û bi wan re hevdîtinan kir. Di nav kesên ku serok Barzanî wan qebûl kir de; balyoza Îngîltere ya Hewlêrê Rosie Cave, balyozê Hollanda yê Hewlêrê Jaco Beerends, balyozê Almanya yê Hewlêrê Klaus Streicher, serokê delegasyona Yekîtiya Awrûpayê Tocklid Big û seroka beşa siyasî ya balyozxana Hewlêrê ya Amerîkayê Catherine Croft hebûn. Baregeha serok Barzanî li ser hevdîtinê ragihand ku di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên dawiyê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û behsa hilbijartina Herêma Kurdistanê kirine.

Nûnerên welatên navborî behsa girîngiya ‘bicîhanîna hilibjartinên Herêma Kurdistanê û jiyandina nirxên demokratîk’ kirine û razîbûna xwe ya ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên Kurdistanê ji serok Barzanî re gotine. Serok Barzanî got:

“Xelkê Kurdistanê ji bo bicîhanîna nirxên demokratîk û jiyana azad qurbaniyan daye. Kurdistan di ser hemû berjewendiyan de ye. Divê hilbijartin di wexta xwe de bê kirin. Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo parastina rewabûna demokrasiyê û nirxan, divê îsal di wexta xwe de bê kirin.

Em ê destekê bidin îrada pêkhateyên Kurdistanê. Pêkhateyên Kurdistanê çi biryaran bidin, bila bidin, em ê îrada wan destek bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinên Kurdistanê 18.11.2023 ragihandibû.

Parve bike: