Serok Barzanî li gel Brett McGurk û sanda pêre civiya
PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê Dijî DAIŞê kir û di hevdîtinê de herdû aliyan guhertinên di nava proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, gotûbêj kirin.
Li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê Dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr pêkhatibû.
Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî û guhertinên hevkêşeyên nav proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û di derbarê rêyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Herwiha di vê civînê de tekez li ser pabendbûna bi prensîpên şeraketa rastî ya di navbera nûnerên pêkhatên Iraqê kirin û herdû alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku heta rastirîna proseya siyasî ya Iraqê herdû alî li ser şêwir û peywendiyên berdewam bin.