Kurdistan
Serok Barzanî li Hewlêrê bi Eyad Elawî re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê li bajaroka Selahadîn a girêdayî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetanî ya Iraqê Eyad Ellawî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtina Serok Barzanî û Eyad Elawî de rewşa dawî ya siyasî li Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û geşedanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.