Serok Barzanî li Keleha Hewlêrê Agirê Newrozê pêxist
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi beşdariya malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û berpirsên payebilind, li Keleha Hewlêrê agirê Newrozê vêxistin û her du cejnên Newroz û Remezanê li gelê Kurdistanê pîroz kirin.
Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir û tê de silavên xwe gihandin Serok Barzanî, malbatên serbilind ên şehîdan û hêzên Pêşmerge, û hêvî xwest ku ev helkeft bibin sedema xêr û xweşiyê. Serokwezîr bal kişand ser dîroka berxwedana gelê Kurd li dijî zilmê û destnîşan kir ku Newroz sembola nûbûn, serkeftina ronahiyê ya li ser tariyê û yekîtiya neteweyî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de pesna xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan da ku di parastina asayîş û serweriya axa Kurdistanê de rola sereke dileyizin. Barzanî anî ziman ku tevî neîstîqrariya li herêmê û şerên li derdora Kurdistanê, ew bi hemû şiyana xwe hewl didin Kurdistanê ji her cure metirsî û pevçûnan biparêzin.
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî geşbîniya xwe ji bo paşerojeke ronaktir nîşan da û ragihand ku bi piştgiriya Xwedê, xweragiriya gel û bi serkêşiya Serok Barzanî, Herêma Kurdistanê ber bi aramî û geşepêdaneke hîn mezintir ve gavan diavêje.