TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li Selahedînê pêswaziya Sûdanî kir

Admin L
Nivîskar
📅 11 mijdar 2023 15:33

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî nêrînên xwe danûstandin.

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Hewlêrê de, îro Pênşemê 09.11.2023, Mihemed Şîe Sûdanî li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Fuad Husên di çarçoveya serdana xwe de ligel Sûdanî bû.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ku hatibû Hewlêrê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de alozî û bûyerên li herêmê, derd û kulên gelê Filistînê û çawaniya gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku kêşe û metirsiyên li ser aramiya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di pêşwaziyê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî û Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed amade bûn.

 
Parve bike: