TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li ser êrîsa DAISê daxuyanî da: Ev êrîs eskere dike…

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2020 20:20

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa şeva borî ya ser hêzên Pêşmerge li Kuleco ya Germiyanê ku 2 Pêşmerge şehîd bûn peyamek belav kir.

Serok Barzanî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got:

“Ev cure êrîş belgeyeke eşkere ye li ser wê, ku terorîstên DAIŞê xwe rêk xistine û gefeke berdewam in li ser ewlehî û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîste ji navbirin û nehiştina terorê wekî ewlewiyetekî serekiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde şeva derbasbûyî li encama êrîşa terorîstan ya li ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên Da'îş li tixûbê bajaroka Kuleco li Germiyan dû Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.

Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdên şeva derbasbûyî ya Kuleco dikim û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Ev cûre êrîş belgeyeke rûne li ser wê yekê ku terorîstên Da'îş xwe rêkxistine û gefeke berdewamin li ser asayîş û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîste ji navbirin û nehiştina terorê wekî ewlewiyetekî serekiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.

Mesûd Barzanî
08.04.2020

Parve bike: