Kurdistan
Serok Barzanî: "Me bi Qral Abdullah re civîneka berhemdar pêk anî"
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re, bi sedema civîna forma aboriyê ya li Urdunê ku di 5 ê mehê de destpêkir û bo wê çûn Urdunê, îro Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî li ser encama civîna xwe ya ku bi qralê Urdunê bi Abdullah re pêkanî, belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha ragihand:
“Civîna me ya bi qral Abdullah re li Emmanê, civîneka berhemdar bû û me behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurdistan û Urdunê kir.”