TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Me bi Sûdanî re danûstandineke avaker kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2024 18:49

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de got: “Me bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re danûstandineke avaker kir. Li ser rewşa navxweyî ya Iraq û deverê nerînên me yên hevpar hebûn."

Di daxuyaniya hevpar a bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de Serok Barzanî dilxweşiya xwe ya ji bo serdana xwe ya Bexdayê û civîna bi Sûdanî re destnîşan kir û ragihand ku armanca serdana wî ya Bexdayê, bihêzkirina wan bizavên ku beriya niha ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatine kirin ku bûne sedema başbûna pêywendiyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî, ji ber di dema borî de ji bo başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hewl dane spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hemî berpirsên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kir û pesnê wan da.

Serok Mesûd Barzanî di derbarê naveroka civîna xwe û Serokwezîrê Iraqê de jî ragihand ku wan danûstandineke avaker pêk anîne û di derbarê rewşa navxweyî ya Iraq û deverê de ew û Sûdanî gihîştine hin nêrînên hevpar û got: "Em ê li ser hevahengî û alîkariyê hewlên xwe bidomînin.”

Serok Barzanî tekez jî kir, “Eger niyetên baş hebin, çi arêşe nabin ku ji bo çarekriinê zehmet bin. Spas ji bo Xudê ev niyet hene û birayê min Serokwezîrê Îraqê bi van niyetan serkirdetiya welatî dike. Bi wan niyetên em gehandine vê rewşa asode, em hêvîdar in encamp di berjewendiya hemî Îraqiyan de bin.”

Parve bike: