TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Nabe sistbûn çêbe…

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2019 17:43

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê bi sefîrê Brîtanya yê Iraqê Jonathan Wilks û şanda pê re hevdîtinek kir.

Di civîna li baregeha Serok Barzanî ya li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê hat kirin de, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û Rojhilata Navîn hat gotûbêj kirin.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de hat gotin ku nabe guhertin bibin sebeba sistbûna şerê li dijî DAIŞê ji ber ku metirsiya DAIŞê heta niha jî xilas nebûye.

Mijareke din ya rojeva hevdîtina Barzanî û şanda Brîtanya, rewşa koçberan li parêzgeha Mûsilê û vegerandina êzîdiyan bo ser mal û warê wan û dabînkirina ewlehî û xizmetguzariyan li deverên wan bû.

Parve bike: