TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Cewad Zerîf û sanda ligel wî kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 nîsan 2021 22:43

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda ligel wî kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê piştî serdana xwe ya doh ya Bexdayê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Zerîf li balafirgehê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Hikûmeta Herêmê ve hatibû pêşwazîkirin.

Parve bike: