TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Konsolê Ermenistanê yê Hewlêrê kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2021 22:22

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 2yê Sibatê li Selahedîn pêşwaziya Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê Erşak Manokyan kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo ked û xebata dîrokî ya Serok Barzanî ya bi navê azadî û mafên gelê Kurdistanê anîn ziman û herwiha rola Serok Barzanî di pêkanîna aramî û şerê terorê de bilind nirxand. 

Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û herwiha her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenîstanê kirin.

 

Parve bike: