TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Konsolê Gistî yê Fransayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2020 18:47

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê hatin kirin.

Herwiha ronahî hate xistin li ser wan gefên ewlehiyê û astengiyên ku li ber proseya siyasî ya Iraqê hene.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Konsolê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostanî û pêwendiya dualî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Parve bike: