TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li parêzgarê Dîwaniye kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 20:32

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro p20ê Gulanê li Selahedîn pêşwazî li Parêzgarê Dîwaniye Zihêr El Şe'lan kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa jiyana xelkê li parêzgeha Dîwaniye û parêzgehên din ên Iraqê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û nişteciyên parêzgehên başûrê Iraqê hate kirin.

Herwiha di civînê de Parêzgarê Dîwaniye Zihêr El Şe'lan pêzanînên xwe anî ziman li ser vejandin û pêşketinên Herêma Kurdistanê û hêviya xwe eşkere kir ku parêzgeha Dîwaniye sûdê ji tecrubeyên Herêma Kurdistanê werbigre.

Parve bike: