TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Serokê Parlamena Iraqê kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2020 00:10

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Îlonê li Selaheddîn, pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasî ya Iraqê ya di qonaxên pêş de.

Herwiha di civînê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ê aliyan ê ji bo çareserkirina qeyranan hat kirin.

Danûstandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de mijareke din a civînê bûn.

Parve bike: