Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Sêx Kesnezanî kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Terîqata Qadirî li Kurdistan û Cîhanê Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî ya Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatiye kirin.
Herwiha di civînê de, tekezî li ser berhevkirina hewlên hemû aliyan ji bo bihêztirkirina giyanê tebayî û biratiyê di navbera çînên civakê de û parastina nirxên bilind yên ol û xwedênasî û pêkvejiyanê hate kirin