Serok Barzanî pêswazî li Stephen Hickey kir: Brîtanya li ser parastina Herêma Kurdistanê rijd e
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Çarşemê pêşwazî li balyozê Brîtanya yê li Iraqê, Stephen Hickey û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat ragihandin, balyozê Brîtanya êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê bi taybet li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar kir û got, Brîtanya û welatên hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê li hember gef û aloziyan, ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê faktorek girîng e bo aramiya Iraq û deverê.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û astengiyan li hember hilbijartinên Iraqê hatin axaftin.
Di beşeke din a civînê de her du aliyan ronahî xistin ser xebatên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û balyozê Brîtanya piştevanî û alîkariya welatê xwe bo serxistina çaksazî û aktîfkirina hêzên Pêşmerge anî ziman.