TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswaziya Abdrurrahman Apo kir

Admin M
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2018 02:44

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li baregeha xwe ya li Selahaddînê pêşwaziya siyasetmedarê Kurd yê Sûriyê Abdurrahman Apo kir. Abdurrahman Apo yek ji serkirdeyên PDK-S yê ye ku demeke dirêj li rojava di zîndanên PYDê de maye. Ne gelek zêde ye ku ji zîndanê azad bûye.

Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Abdurrahman Apo re kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ku êş û azarên xelkê Kurd li Sûriyê bi dawî bibin. Barzanî got ku heyf û mixabin Abdurrahman Apo bi destê aliyekî Kurd ew çend di zîndanên Kurdan de maye. Barzanî û Abdurrahman Apo li ser pêşdeçûnên vê dawiyê û li ser rewşa Kurdên Binxetê axifîn û rewşê guftûgo kirin.

Parve bike: