TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswaziya Metranê Romî yê Ortodoks dike

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 28 mijdar 2023 19:31

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro di 28ê Mijdarê de, li Pîrmam a Hewlêrê pêşwaziya Metranê Romî yê Ortodoks li Bexda - Kwêt û Umanê Metran Xetas Hezîm kir.

Di wê hevdîtinê de Metran Xetas Hezîm spasiya bizavên Serok Barzanî ji bo parastina pêkhateyan kir û rêz ji bo gelê Kurdistanê pêşkêş kir ku di tengaviyan de deriyên xwe ji bo bi dehan hezar awareyên kiristiyan vekirine.

Her di wê hevdîtinê de arêşe û astengên di rêya kiristiyanên Îraqê û deverê de hatin behskirin û Serok Barzanî pabendbûna gelê Kurdistanê li ser çanda tebayî û pêkvejiyanê tekez kir.

Parve bike: