Serok Barzanî peyamek serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd – Serok Barzanî bi boneya wefata Wezîrê berê yê Darayî û Aboriya Kurdistanê Bayîz Talebanî peyamek belav kir.
Wezîrê berê yê darayî û aboriya Kurdistanê Şêx Bayîz Talebanî ji ber nexweşiyê, îro danê sibê wefat kir.
Serok Barzanî, bi minasebeta wefata Şêx Bayîz Talebanî peyamek serxweşiyê pêşkêşî malbatê kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Malbata rêzdar xwedê jêrazî Şêx Bayîz Talebanî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Wezîrê berê yê Aborî û Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Bayîz Talebanî gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û xwe bi beşdarê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û giyanê Şêx Bayîz Talebanî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebrê jî bi hemû aliyek bibexşê.
înna lîllah we înna îIleyhî racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal Xweda)