Kurdistan
Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi rêya telefonê peywendî ligel Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd pêk anî û ji bo çil saliya partiya wî pîrozbahî lê kir.
Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera çil û çar saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li Mihemed Hacî Mehmûd sekreter û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên PSDKê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.
Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd di vê peywendiya telefonî de, tekezî li ser birayetî û hemahengiya her du aliyan ya ji bo pêkanîna berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê kirin.