TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2022 23:02

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya bo pîrozbahiya kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û ji nû ve hilbijartina Hacî Mehmûd de got, “Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê.

Bi helkefta sazkirina heftehemîn kongreya partiya we û hilbijartina we yê birêz wekî Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û serkirdayetî û tevahiya kadîr û endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo dixwazim.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir, “Hêvîdarim biryar û rasparde û encamên kongreya partiya we xizmeteke zêdetir bi proseya geşbûna siyasiya Herêma Kurdistanê û tebayî û birayetiya di navbera aliyên siyasî bike û Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê jî li erk û çalakiyên xwe da pêşketineke zêdetir bi xwe ve bibîne.”

Parve bike: