TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Bahaedîn kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2019 00:44

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê bi pêwendiyeke telefonî hilbijartina wî ya wekî Emîndarê Giştî û hilbijartina serkirdayetiya nû ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Mamosta Selaheddîn Bahaedîn pîroz kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wî de xwest.

Serok Barzanî herwiha pîrozbahiya serkeftina Heştemîn Kongreya Yekgûrtiya Îslamiya Kurdistanê li Emîndarê Yekgirtûyê kir.

Di pêwendiya telefonî de, Serok Barzanî, bi navê berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê hêviya bihêztirbûna birayetî û yekrêziya di navbera aliyan de xwest.

Parve bike: