TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî polîtburoya PDKê dicivîne

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2019 18:43

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê sibe 30yê Gulanê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser hin mijarên girîng bicive.

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji medya Kurdistanê re ragihand, sibe bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî Polîtburoya PDKê tê civandin û dê li ser çend mijarên girîng gotûbêj bê kirin.

Li gor zanyariyan wê di civîna polîtburoya PDKê de, pirsa pêkanîna hikûmetê, peêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmê bê gotûbêjkirin.

Parve bike: