TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Serok Barzanî Rêberê Kurdan e, divê em rêzê lê bigirin’

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 23:48

PeyamaKurd - Şêwirmendê bere yê serokkomarê Iraqê û siyasetmedarê naskirî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ebdûla Eyaweyî li dijî gotinên, Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Mehmûd Sengawî bertek nîşan da û got, “Serok Barzanî Rêberê Kurdan e. Divê em rêzê lê bigirin û pê bawer bin.”

Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Mehmûd Sengawiyê ku ji aliye hevalên xwe ve hatiye pîşguhxistin di vîdyoyekê de êrîşî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî kiribû.

‘TENÊ SEROK BARZANÎ DI DESTÊ ME DE MAYE’

Li ser gotinên Sengawî, Dr. Ebdulla Elyaweyî ji BasNewsê re axivîye û ev bersiv daye:

“Îro ne ew roje em keviran bavêjin hevdu. Di heman demê de Barzanî rêberê mezin ê gelê Kurd e. Divê em baweriya xwe bi wî bînin. Ji her fraksiyonê be kî dibe bila bibe nabe em êrîşî ser Kak Mesûd Barzanî bikin. Çunke îro li meydanê tene ew di destê me de maye. Piştî wefata Mam Celal, Şêx Mehmûd û Barzaniyê Nemir, her Kak Mesûd Barzanî maye. Divê em nakokiyan çareser bikin ne ku qiseyan jê re bejin.”

‘DIVÊ EM RÊZÊ LÊ BIGIRIN Û PÊ BAWER BIN’

Dr. Ebdulla Elyaweyî herwiha got, “Weke dîroknûsekî bi min gelekî nexweşe gotinên ne li cî bo Kak Mesûd û Kak Heme Hecî û Kak Selahadîn bêne gotin. Bi taybet Barzanî Rêberê Kurdan e. Divê em rêzê lê bigirin û pê bawer bin.”

Parve bike: