TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Serkeftina proseya siyasî ya Iraqê girêdayî bihêzkirina demokrasiyê ye

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 18:39

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê, Orlîk Şanon û şanda pê re kir.

Di civînê de ku berpirsê ofîsa balyozxaneya Kanada li Hewlêrê, Ît Doval jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.

Serok Barzanî di hevdîtinê de got, serkeftina proseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicihanîna şirîkatiyê û rêzgirtin li mafên hemû gelên Iraqê ye.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.

Parve bike: