TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Zîlan Deştî re xwest

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2026 14:08

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji Deştî Omer Osman û malbata wî re xwast û hevxemiya xwe ya kûr anî ziman, ji ber koça dawî ya keça wan Zîlan Deştî.

Zîlan Deştî ku xwendekara Zanîngeha Selahedînê bû, di dema ahenga derçûnê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Serok Barzanî di peyama xwe de ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku canê wê bi bihişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkarên wê.

Parve bike: