Kurdistan
Serok Barzanî sersaxiyê da malbata Seyîd Esref Elçi
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata birayê damezrênerê PDK a Bakûr Şerafeddîn Elçî, birayê wî yê mezin Seyîd Eşref Elçi peyameka sersaxiyê da malbata wî. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Min bi xemgînî xebera wefata kesayetê welatperwerê Bakûr Seyîd Eşref Elçi bihîst. Bo malbata Elçi ya têkoşer û welatperwer, bo hemû dost û mirovên wan yên Kurdistana Bakûr sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im.
Xwedê Seyid Eşref Elçi bi bihişta xwe şad bike, bo hemû mirovên wî sebrê û aramiyê dixwazim.”