TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Silêmanî beşeke girîng a dîrok û nasnameya gelê me ye

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2026 14:31

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 242emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî pêşkeşî xelkê vî bajarê dîrokî kir û diyar kir ku Silêmanî beşeke girîng a dîrok, nasname û têkoşîna neteweyî ya gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî destnîşan kir ku ev bajar her dem navenda raman, hestên neteweyî, rewşenbîrî û çandê bûye û ew hêviya aramî û asûdeyiya berdewam ji bo Silêmaniyê dixwaze.

Parve bike: