TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî spasiya Almanyayê kir ku li dijî DAISê hevkarî û yarmetiya Pêsmerge kirine

📅 15 hezîran 2019 18:21

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Almanya dike, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kirine.

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Martin Jaeger Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya û şandeka pê re kir.

— Masoud Barzani (@masoud_barzani) 15 Haziran 2019

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ragihand, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DAIŞê de gelek bi bandor bûye.

Her di vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Parve bike: