Serok Barzanî tevlî şîna herdu şehîdên Zergezewiyê bû: Îradeya gelê Kurdistanê ti carî naşike
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê tevlî behiya herdu şehîdên gundê Zergezewiyê yê sînorê parêzgeha Hewlêrê ku di encama drona Îranê ya bi ser mala wan de ketibû can dabûn, bû.
Baregeha Barzanî da xuyakirin ku Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê, 7ê Nîsanê beşdarî şîna herdu şehîdên gundê Zergezewiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû.
‘Îradeya gelê Kurdistanê ti carî naşike’
Serok Mesûd Barzanî li ser şehîdxistina du welatiyan peyamek belav kiribû û gotibû, welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetê dibin armanca "kîneke kor".
Peyama Serok Barzanî: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, Şeva borî careke din êrişên neheq li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Mixabin di encamê de du welatiyên bêguneh li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê ve ji ber drona Îranê şehîd ketin.
Ev lûtkeya tawanbarî û zilmeke mezin e. Welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetê dibin armanca kîneke kor.
Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh dilê me hemûyan bi êş û xeman dagirt.
Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên her du şehîdan re dixwazim. Xwedayê Mezin wan bi bihişta xwe şad bike. Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti serbilindiyê bi xwe re nayîne.
Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, êrişkar û dronan biheztir e û ti carî naşike. Gelê Kurdistanê pişta xwe bi Xwedê û rewayetiya doza xwe girê daye.
Mesûd Barzanî
7ê Nîsana 2026an”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro danê sibehê ragihandibû ku dronek li gundê Zergezewiyê yê devera Ziraretiyê rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encama wê êrîşê de welatiyê bi navê Mûsa Zirarî û hevjîna wî Mijde şehîd ketine. Herwiha du zarokên wan ên 3-4 salî jî ji êrîşê rizgar bûne û sêwî mane.