TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî û Behaedîn rewşa siyasî û navxweyî gotûbêj kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 gulan 2026 14:02

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 24yê Gulanê li Pîrmamê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Baregehê Barzanî ragihand, di hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraq û herêmê pevguhertin.

Herwiha herdu aliyan bal kişandin ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û xwestin astengiyên ku niha li pêş pêvajoya siyasî ya herêmê ne, bi rêya diyalogê û çareseriyên guncav werin çareserkirin.

Parve bike: