TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî û Mihemed Hecî Mehmûd civiyan

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2023 22:00

PeyamaKurd- Ji Ofîsa Serok Barzanî hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (KSDP) Mihemmed Hacî Mehmûd kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civîna ku li Pîrmamê kirin de Serok Barzanî û Mihemed Hecî Mehmûd geşedanên siyasî nirxandine.

Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê ya siyasî jî çend mijarên ku di civînê de hatine nirxandin bûne.

Parve bike: