TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Welatê me mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cûda ye

📅 20 nîsan 2019 19:31

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qiyameya Hezretî Mesîh peyamek belav kir. Serok Barzanî pîrozbahiyeke germ pêşkêşî mesîhiyên Kurdistanê û Iraqê û seranserê cîhanê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî, peyama bi helkefta cejna Qiyameya Hezretî Mesîh weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim hemû cejnên xwe li xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên başin ji bo dûpatkirina birayetî û aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyêye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û li sayeya wê kultûra bilinda xelkê Kurdistanê ye ku welatê me li asta herêmayetî û cîhanî da mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cûdaye.

Li vê helkefta pîroz da hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Mesîhî dixwazim û hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo nemana tundiyê û zulm û aştî li ser navçeya me û cîhanê da bikêşê.

Bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Parve bike: