TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî bi Balyoza Awustralyayê li Iraqê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 26 hezîran 2021 18:29

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro bi Balyoza Awustralyayê li Iraqê re civiya.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serok Barzanî:

Roja Şemiyê 26.06.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Paula Ganly Balyoza Awustralya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û rêyên ji bo gihîştina bi aramiya siyasî li Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Awustralya kir ku li çarçêweya Hêzên Hevpeymanan de li derbaskirina giriftan û herwiha şerê terorê de yarmetiya Iraqê dane. Li dirêjahiya vê civînê de ronahî xistin li ser metirsiyên serhildana terorê û tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e ew sedemên bûne hokarên serhildana DAIŞ nemînin û ji bo rûbirûbûna terorê jî hewleke navdewletî û fireh rehend û hemû aliyene pêwîst e.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî hêvî xwestin hilbijartinên paşerojê ya Iraqê aramî û geşbûnê ji bo Iraqê pêk bîne.

Parve bike: