TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî bi Sêxê Esîra Semer re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 27 tebax 2021 12:59

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî , do 26ê Tebaxa 2021ê bi Şêxê Eşîra Şemer Şêx Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer re civiya.

Di civînê de, rewşa xelkê rojavayê Dîcle û deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha di beşeke din a civînê de, qala gefên terorîstan û pêkvejiyana navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê hat kirin.

Eşîra Şemer yek ji mezintirîn eşîrên Ereb e ku endamên wê li Iraq û Sûriye û Urdin, Umman, Qeter û Îmaratê hene.

Parve bike: