Serok Mesûd Barzanî Cejna Cema ya Êzîdiyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wehaye:
“ Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya Êzdiyan pîrozbahiyê li Mîrê Êzîdiyan û Encûmena Rûhanî ya Ola Êzîdî û hemû xûşk û birayên Êzidiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim.
Her li vê helkeftê de pêgirbûna xwe ya bi bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê dûpat dikîn û careke din piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û mafên rewayên xûşk û birayên me yên Êzdî radigihînim. Hêvîdarim ku xûşk û birayên me yên Êzîdî hemû cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir bi bexteweriyê de birêvebibin û dawî bi wan êş û azarên wan bê ku li çend salên derbasbûyî de ji ber zulma terorîstan dîtine.
Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da.
Mesûd Barzanî
06.10.2020