TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî cejna Êzîdiyan pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2018 22:20

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi munasebeta hatina cejna çileyê havînê, cejnê li xelkê Êzîdî pîroz kir. Di peyama xwe ya pîroz bahiyê de Barzanî weha got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Ji bo hatina cejna Çileyê Havînê ya ola Êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzdî û xuşk û birayên me yên Êzdî yên Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim.

Ev cejin di demekê de ye ku Kurdistan birîndarê wê karesatê ye ku ji aliyê terorîstan ve, li ser xuşk û birayên me yên Êzîdî û gelê me da hat û ew zilma mezin nabê bê ji bîr kirin.

Hêvîdar im ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerana xuşk û birayên me yê Êzîdî ya ji bo jiyana asayî û bikarin di rewşeke aram û aştiyane de cejin û şahiyên xwe bikin.

Mesûd Barzanî

30.07.2018”

Parve bike: