TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok û Kerîm îxaneta Kerkûkê bibîr anîn

📅 08 hezîran 2018 02:44

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Necmedîn Kerîm Parêzgerê şer'î yê Kerkûkê kir.

Li hevdîtinê der heqê rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û hevkêşeyên siyasiyên piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhatên dawî û helwesta aliyên siyasiya ya di derbarê paşaroja Iraqê de hate nirxandin.

Her wiha behsa biryara destgîrkirina Necmedîn Kerîm kirin û derket ew dadwerê biryara destgîrkirina Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derxistibû, her ewî jî biryara destgîrkirina Parêzgerê Şer'î yê Kerkûkê derxistiye û eve jî bi firîska xiyanetkarên 16ê cotmehê ye û dirêjahiya heman xiyanetê ye

Parve bike: