TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seroka nû ya Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin

📅 11 tîrmeh 2019 16:55

PeyamaKurd - Îro (11.07.2019) Parlemana Kurdistanê civiya û bi 72 dengan namzeda YNKê Rêwaz Fayiq wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.

Îro Parlemana Kurdistanê ji bo hilbijartina Serokê Parlemanê civiya. Ji bo serokatiya parlemanê Rêwaz Fayiq û Şadî Newzad wekî namzed derketin pêş û di dawiyê de Rêwaz Fayiq wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.

SEROKÊ/A PARLEMANÊ PIŞKA YNKê YE

Posta Serokê Parlemanê ji pişkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û pêştir ji aliyê Vala Ferîd bi awayekî demkî dihat birêvebirin.

Duhî Vala Ferîd wek Wezîra Herêmê di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de sûnda yasayî xwar û dest ji posta Serokatiya Parlemanê berdabû.

RÊWAZ FAYIQ KI YE?

Rêwas Fayiq sala 1977an de li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wê di warê hiqûqê de dereceya doktorayê wergirtiye. Endama serkirdayetiya YNKê ye. Fayiq ev du car in dibe parlementer.

Parve bike: