TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi Hevserokê KNKê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 14 mijdar 2020 19:59

PeyamaKurd –Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq bi Hevserokê KNKê Ehmed Qeremûs re civiya. Qeremûs, diyar kir, Seroka Parlamentoyê ji bo hewldanên rêgirtina li şer, piştgiriya wan dike.

Li Hewlêrê Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq û Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs civiyan. Piştî civînê, Hevserokê KNKê Qeremûs daxuyaniyek da û diyar kir, civîn ji bo wan gelek girîng û bi wate bûye.

Ehmed Qeremûs diyar kir:

“Şerê navxweyî nayê qebûlkirin, rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çav e. Em ê di rojên bê de bi armanca yekdengiya dijî şerê navxweyî serdana hizb û aliyên siyasî bikin.”

Di derbarê civînê, li ser malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê hat diyarkirin, Seroka Parlametoyê Feyaq di civînê de ev nirxandin kiriye:

“Niha Herêma Kurdistanê bi rewşeke giran a aborî û siyasî re rûbirû ye. Ji bo vê li gorî me dîyalog, ji bo derbaskirina vê rewşê tekane çareserî ye. Em diyalogê dipejirînin û li gorî me divê ji bo şerek xwekujiyê çênebe û zemîna diyalogê li nav aliyên nakok bê sazkirin, da ku çareseriyek çêbibe.” 

Parve bike: