Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa li dijî Balyozxaneya Amerîkayê sermezar kir
PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, Serokatiya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokatiyê di peyamê de êrîş şermezar kir û got:
“Em êrîşa terorîstî ya îro li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê şermezar dikin. Dubere û berdewamiya van êrîşên li ser şandên dîplomasî û nûnerên welatan, li dijî berjewendiyên Iraqê û serweriya welat in. Her wiha li dijî yasayên navnetewî ne û encamên xirab jê derdikevin û pêwendiyên Iraqê bi welatan re dixe metirsiyên rasteqîne.”
Herwiha di peyamê de hat destnîşankirin:
“Erkê Hikûmeta Îraqê ye ku ewlehî û selametiya şandên dîplomasî yên welatan û malên welatiyan biparêze û hemû rêkarên pêwîst bigire ber xwe, ji bo ew êrîş dubare nebin û encamderên wê werin dîtin, ta werin dadgehkirin û cezayên xwe werbigirin.”
Di encama avêtina çend mûşekan li ser Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê, ku sîstema parastinê ya balyozxaneyê ew mûşek pûç kirin, ziyan gihîşt çend malên welatiyan.