Serokatiya Herêma Kurdistanê Roja Serxwebûna Amerîka pîroz kir
PeyamaKurd- Serokatiya Herêma Kurdistanê bo pîrozbahiya Serxwebûna Amerîka ya 4ê Tîrmehê, peyamek belav kir
Di peyama hesabê fermî yê medya civakî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin,‘‘Em Roja Serxwebûna Dewletên Yekgirtî yê Amerîka’’ pîroz dikin. Em hêvî dikin hevkarî û têkiliyên me bi hêztir berdewam bike.
On behalf of the #Kurdistan Region, we wish the United States of America a happy #FourthofJuly. We look forward to further strengthening our bilateral relations and partnership.@USConGenErbil @USEmbBaghdad @KRG_USA
— Kurdistan Region Presidency (@KurdistanRegion) July 4, 2020
13 koloniyên Îngiliza yê li Amerîka, di sala 1776an de bi biryara ji Îngîltere veqetin serxwebûna xwe bi dest xistin. Biryara nûneran di 2ê Tîrmehê de hat pejirandin. Bi daxuyaniya serxwebûnê di 4ê Tîrmehê de hat îmzekirin û weşandin.