TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokatiya Herêmê: Ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê, ji tu aliyan daxwaz nehatiye kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 gulan 2022 23:08

PeyamaKurd-Ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve îro daxuyaniyek hat dayîn û nûçeyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê daxwaz ji Encumena Asayîşa Navneteweyî kiriye, red kir.

Di agahiya ku ji aliyê Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat gotin ku “Di derbarê nûçeya çend jêderên rojnamevanî de hatiye gotin ku ji aliyê Nivîsîngeha Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek hatiye dayîn û di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê, ji Encûmena Asayişa Navneteweyî xwestiye ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbênkariyê bike. Em tekez dikin ku tu daxuyaniyeke wiha, ji Nivîsîngeha Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê derneketiye.”

Di rojên borî de di hin kenalên televîzyonê yên navxweyî de nûçe hat belavkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Encûmena Asayişa Navneteweyî kiriye da ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbênkariyê bike. Her wiha hatibû amajekirin ku Encûmena Asayişê jî ew daxwaz xistiye karnameya xwe.

 

Parve bike: