TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Dêra Kildanî: Demokrasî nabe tenê di rû de be divê...

Admin L
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 13:00

PeyamaKurd – Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako beşdarî "Konferansa Herêma Kurdistana - Iraqê, Yekrêzî û Destûr”ê bû. Sako diyar kir: “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”

Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako di konferansê de da zanîn, ji bo serxistina serdana Papayê Vatîkanê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku Hewlêr û Bexda sûda xêrê ji wê serdanê bibînin.

Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako destnîşan kir: “Pêwîst e serkirde bi ciddî serederiyê li gel guhertinên rasteqîn û mezin de bikin.” Sako herwiha got, pêwîst e destûreke sivîl hebe û li gel rewşa niha guncaw be.

Kardînal Louis Sako eşkere kir: "Pêwîst e em xwe ji yasayên kevin rizgar bikin ku pêwendî bi azadî û warê kesî ve hene." Sako dibêje: “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”

Li gor nerîna Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê, pêwîst e yasa û destûr li ser bingeha welatîbûn û wekheviyê bê dariştin û wiha berdewam kir: “Di dewleteke sivîl de, welatî bikaribe Kirîstiyan, Misilman an her olekê ji xwe re hilbijêre.”

Louis Sako, tevlîkirina olê bo siyasetê bi xerakirina ol û bihayên wê bi nav dike.

Kardînal Louis Sako diyar kir: “Destûra sivîl garantiya yekgirtin û pirrengiyê dike, demokrasî nabe tenê di rû de be, lê divê garantiya azadî û mafê mirovan bike.”

Herî dawî Louis Sako ji bo vehewandina hezaran awareyan, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Parve bike: