Kurdistan
Serokê Filistînê Ebas li serdana Bexdayê kir
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ji bo hevdîtinên fermî serdana Bexdayê kir.
Mehmûd Ebbas li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Plansaziya Iraqê Nurî Dilemî, Balyozê Iraqê yê Urdin û Filistînê Safiye Suheyl û balyozê Filistînê li Bexdayê Ehmed Aqil ve hate pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî re jî hevdîtinek pêkaniye û di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.
Hewiha tê çaverêkirin ku Ebas bi Serokomar Berhme Salih re jî hevdîtinekê pêk bîne.