Serokê gistî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jibo bîranîna Mele Mustafa Barzanî peyamek belav ki
PeyamaKurd - Serokê giştîyê Partîya Azadîya Kurdistane (PAK)ê Mustafa Ozçelîk jibo bîranîna Mele Mustafa Barzanî peyamek belav kir û wiha got: ”Xebat, têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye.
Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.
Mele Mustafa Barzanî yê nemir serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye. Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir. Em di 40emîn salvegera wefata wî de Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin.”