TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk li Deriyê Xabûrê hat binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2026 10:41

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cano Amedî, li ser hesabê xwe yê torên civakî ragihand ku Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 25ê Mijdara 2026an li Deriyê Sînorî yê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Cano Amedî bertek nîşanî bûyerê da û got: "Em bi tundî van helwestan şermezar dikin."

Hat diyar kirin ku Mustafa Ozçelîk ku li Hewlêrê bû û ber bi bakurê Kurdistanê / Tirkiyeyê ve diçû, sibehê li ser sînor hatiye desteser kirin.

Operasyona li dijî Ozçelîk di çarçoveya lêpirsîna li ser Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de tê meşandin ku di 9ê mijdarê de li Diyarbekirê hatibû ragihandin.

Di 17ê mijdarê de di heman operasyonê de Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî di nav de 14 siyasetmedar hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan; di heman demê de lêgerîn li mala Ozçelîk a li Stenbolê jî hatibû kirin.

Parve bike: